Peyama serxweşiya Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo Newşîrwan Mistefa û malbata xwedê jêrazî xanim Şu'le Elî


KRP.org | |
19/03/2017
Birayê birêz Kak Newşîrwan Mistefa

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya (xanim Şu'le Elî) hevjîna we ya birêz gihîşt me. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û endamên malbat û xizm û kesukarên we dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber rehmeta xwe û cihê wê bihûşt bê û sebir û aramiyê bide we yên birêz û eve nexweşiya dawî ya malbata we bê.

Hêviya selametî û temen dirêjiyê ji bo we dixwazîn.

Birayê we

Fuad Husên
18/03/2017





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 179