Civîna Serok Barzanî û Cîgirên Serok Komarê Iraqê


KRP.org | |
07/10/2017
Îro şemî 07.10.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanî li gel her yek ji birêzan Dr Eyad Elawî û Usame Nuceyfî Cîgirên Serok Komarê Iraqê civiya.

Li vê civîna sê alî da di derbarê rewşa niha ya Iraqê têda derbas dibe û çawayiya çareserkirina babet û kêşeyên peywendîdarên bi qada siyasî de guftûgo kirin.

Li vî derbarî de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand, amadebûyên civînê rêkkeftin li ser van xalên xwarê.

1 - Destpêkirina guftûgo û civînên di navbera aliyên siyasiyên serekiyên li Iraqê ya ji bo aramkirina rewşê.
2 - Civîn li ser ajandaya vekirî bêne encamdan.
3 - Destbicih rakirina sizayên li ser Herêma Kurdistanê.
4 - Destpêkirina civînan li paşarojeke nêzîk da û bi piştbestina bi aliyetekî taybet ji bo hemahengiyeke berdewam.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 744