Serok Barzanî beşdarî li rêwresma bi axspartina termê Serok Mam Celal kir


KRP.org | |
06/10/2017
Roja înê 06.10.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Balafirxaneya Navdewletiya Silêmanî pêşwaziya termê Serok Mam Celal Talebanî Serok Komarê berê yê Iraqê kir ku bi balafirê ji welatê Almanya ve vegerandin Kurdistanê.

Li vê rêwresmê de ku Serok Komarê Iraqê û hejmarekî zêdeyê berpirsên bilindên siyasî û îdarî û hizbî yên Herêma Kurdistanê û hejmareke zêdeyê cemawer û çîn û tuwêjên xelkê Kurdistanê amadebûn, Serok Barzanî tacegulîne li ser termê Serok Mam Celal danî û beşdarî rêwresma bi axspartina termê Serok Mam Celal ya li gira Dabaşanê bajarê Silêmanî ya bi amadebûna dehan hezar hemwelatiyan bû.

Ji bo temaşekirina videoyê, ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 106