Serok Barzanî li gel Nûnerê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û Balyoz, Konsol û Nûnerên Welatên Endamên Yekîtiya Ewrupa civiya


KRP.org | |
22/06/2017
Roja pênçşem 22.06.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Patirîk Sîmon Nûnerê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê û şandekî balyoz û konsol û nûnerên welatên endamên li Yekîtiya Ewrupa civiya ku ji Balyozên Belçîka û Polonya li Iraq û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrupa li Hewlêr û Nûnerên Balyozxaneya Îtalya û Îspanya li Iraqê û Konsolên Elmanya, Fransa û Holanda û Nûnerên Konsolxaneya Brîtanya û Çek û Romanya li bajarê Hewlêrê pêkhatibûn.

Di destpêka kombûnê da Nûnerê Yekîtiya Ewrupa ji bilî balkişandina li ser civîna roja 19.06.2017 ya Wezîra Derveya Yekîtiya Ewrupa li bajarê Bruksel peyama Yekîtiya Ewrupa ji bo Serok Barzanî û amadebûyên civînê xisterû ku têda Yekîtiya Ewrupa piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir li beranber gef û kêşeyan da. Her wiha pesnê rol û beşdariya gelê Kurdistanê li şerê dijî terorê û hewandina koçberan kiriye û pêzanînên xwe jî ji bo qehremanî û qurbanîdana hêzên Pêşmerge dûpat kiriye. Nûnerê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê eve jî behs kir ku peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda ji bo Yekîtiya Ewrupa girînge û bi pêwîstî jî zanî ku pêkhatên Iraqê ji bo şikandina teror û çespandina aştiyê yekgirtî bin û terkîz li ser babetên hevbeş bikin û xwe ji biryarên yek aliyane biparêzin û çareserkirina kêşeyên helawestî û çarenûsa navçeyên nakokî li ser li rêya aştiyê bê, ji ber ku eve li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Nûnerê Yekîtiya Ewrupa balkişand li ser babeteke dinê peyama Yekîtiya Ewrupa ya ji bo aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ku ji bo zalbûna li ser gefên siyasî û proseya çaksazî û hilbijartinan, nakokiyên xwe deynin aliyekî û rêkbikevin. Nûnerê Yekîtiya Ewrupa eve jî xisterû ku mebesta serdana wan ya Kurdistanê gihandina peyama Yekîtiya Ewrupa û têgihîştina baştire li biryar û daxwaziyên Herêma Kurdistanê.

Her li vê civînê de ku bi amadebûna Nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê, Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û Nûnerên Partiya Şu'î û Tevgera Îslamî û Partiya Zehmetkêşan(Kedkaran) û Nûnerê Partiyên Turkmen û Mesîhiyên Kurdistanê amade bûn, Serok Barzanî li gotarek da bi hurî wan sedeman şîrove kir ku hana gelê Kurdistanê daye berev referandûmê ve hengavê bavêjin.

Serok Barzanî balkişand li ser destpêka dirustbûna dewleta Iraqê ku têda gelê Kurdistanê bi merca şeraket biryara jiyanê li çarçêweya dewleta Iraqê de da lê belê li qonaxa 1921 heta 2003 neku tenê şeraket nehat bi cîhkirin belku çemkî hemwelatîbûna gelê Kurdistanê jî nehat bi cîhkirin û li vê demê de 4500 gundên Kurdistanê hatin wêran kirin û 180 hezar zarokên Kurd ber proseya enfalê ketin û bê serûşûn kirin û 12.000 duwaz deh hezar xortên Feylî û 8000 heşt hezar Barzanî bêserûşûn kirin û Kurdistanê jî kîmyabaran kirin û Helebçe buye sembol û hêmaya wan tawanan. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew êş û jenosayd beşa şeraketiya me bûye li gel dewleta Iraqê, li gel ewe da jî piştî 1991 gelê Kurdistanê xwest rûpeleke nû veke û bi navê yekparçeyî ya Iraqê û aştiyê da li gel wan kesan rûnişt ku tawanê jenosayd li dijî gelê Kurdistanê encam dabûn lê belê mixabin ew hewl jî serî negirt ji ber ku çanda hakim li Bexda çanda bi pêvek dîtin û bi tawanbar zanîna gelê Kurdistanê bû.

Serok Barzanî balkişand li ser qonaxa piştî 2003 ku gelê Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya avakirina Iraqê da li ser bingeha demokrasî û federalîzmê û destûr û şeraket û tewafuqê, hêvî bi jiyanekî nû hebû lê belê wan bingehan bi destûrê ve jî ji aliyê hikûmetên Iraqê û çanda destbilinda li Bexda ve hate piştguh xistin û binpêkirin û kar gihîşte ser wê yekê ku wekî sizadanekî siyasî debara hemû gelê Kurdistanê hate birîn ku eve binpêkirina metirsîdariya hemû hewlek bû ji bo binyatnana Iraq û meseleya şeraketê.

Serok Barzanî eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê ezmûnekî tehl li gel dewleta Iraqê heye û hemû rêyeke ji bo parastina Iraqa yekgirtî ceribandiye û qurbanî û baceke zêde daye lê belê bê encam bûye û cara dawî bi wê encamê gihîştiye ku madem nikarin şeraketê biparêzin û bi navê rêgirtina li şer û êş û kêşeya metirsîdar bila wekî dû cîranên li tenîşta hevdû da bijîn. Serok Barzanî ronahî xiste li ser biryara diyarkirina roja birêveçûna referandûmê û tekez li wê yekê kir ku bi tu awayeke vegerana ji wê biryarê tûne û pêwîste xelkê Kurdistanê raya xwe di derbarê çarenûs û paşaroja xwe derbibrin û piştî wê yekê jî Herêma Kurdistanê dikevê guftûgoyên li gel Bexda û hemû rêyeke aştiyane û diyalog li ber digre ji bo çareserkirina kêşeyan û gihîştina bi têgihiştinek ku xizmeta aştî û asayîş û pêşketina her dû alî û navçeyê bike.

Di derbarê şerê Da'îş de jî Serok Barzanî wê yekê ragihand ku gelê Kurdistanê baceke gelek zêde li wê şerê de da. Berê rêkkeftin hebû ku Pêşmerge beşeke ji menzûma bergiriya Iraqê lê belê ew rêkkeftin jî nehat bi cîhkirin û bi sedema abluqeya çend saliya çek li ser Pêşmerge, Pêşmerge çekên pêwîst nebû li beranber wan terorîstên ku baştirîn çek li ber destên wan dabû û yek ji wan sedemên jenosayda Êzîdiyan ew ablûqe bû ku Hikûmeta Iraqê li ser hêzên Pêşmerge da sepandibû û bi vî awayî Hikûmeta Iraqê, Kurdistan û pêkhatên Iraqê ji gefa terorê jî neparast. Her wiha di derbarê wan koçberên rû li Herêma Kurdistanê kirine Hikûmeta Iraqê kêmterxem buye li yarmetîdana Herêma Kurdistanê wekî bibêjî babeta koçberbûna sedan hezar Iraqiyan ku li Herêma Kurdistanê nîştecîh bûne li derveyê sînorên Iraqê rû dabê.

Serok Barzanî her wiha balkişand li ser operasyona azadkirina Musilê û wê yekê dûpatkir ku ji bilî wan hemûyan Pêşmerge yarmetiya artêşa Iraqê da û hêlên bergiriyên Da'îşê têkşikand û rê ji bo operasyona Musilê xweş kir. Tekez li wê yekê jî kir ku hemahengiya serbazî li gel artêşa Iraqê û rûbirûbûn û têkşikandina terorê ji bo Herêma Kurdistanê ewlewiyet dibê. Serok Barzanî li dawiya axaftina xwe de wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê hevkarê Hikûmeta Iraqê dibê li şerê terorê û daxwaz jî kir Yekîtiya Ewrupa û civaka navdewletî yarmetîderê gelê Kurdistan û Iraqê bin li proseya diyalog û çareserkirina kêşeyên di navbera wan û gihîştina bi hevdû têgihîştinekî aştiyane û her wiha eve jî daxwaz kir ku Yekîtiya Ewrupa dijayetiya mafên yasayî û sirûştî û îlahiyên gelê Kurdistanê nekin û gelê Kurdistanê çaverêya ewe ji Ewrupa heye piştevanê wan mafên wan bin û li şerê teror û rûbirûbûna gefan de palpiştê wan bê.






SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 359