Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir


KRP.org | |
20/06/2017
Roja sêşem 20.06.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û referandûm û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê nirxandin û di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de danustandina bîr û ramanan kirin.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 252