Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê


KRP.org | |
14/09/2017
Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî biryara Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo ladana birêz Dr Necmedîn Kerîm li posta Parêzgerê Kerkûkê red dike.

Bi vê hengava Parlemena Iraqê, carekî din şikesta şeraket û binpêkirina destûr û nehiştina bingehên tewafuq û vegerana ji bo zorîne û kemîne dûpat kir.

Gelê Kurdistanê bi giştî û cemawerê Parêzgeha Kerkûkê bi tu awayekî pabendî vê biryara Parlemena Iraqê nabin, birêz Necmedîn Kerîm ji Parlemena Iraqê bawerî wernegirtiye heta jê bê wergirtin. Parêzgerê Kerkûkê bi hilbijartin û li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bawerî wergirtiye û xelkê Kerkûkê xwediyê wê biryarêye neku Parlemena Iraqê.

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
14.09.2017





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 190