Daxuyaniya Encûmena Bilinda Referandûmê


KRP.org | |
17/09/2017
Roja yekşem 17.09.2017 li Selahedîn Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî civiya.

Civînê de ew pêşniyar hatin nirxandin ku ji aliyê civaka navdewletî ve pêşkêşî serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê hatine kirin û birêz ve ew hewl hatin nirxadin û spasî wê girîngî pêdana civaka navdewletî kirin ku bi gelê Kurdistanê hatiye dayîn. Li vî warî de ku referandûm tenê amraze ji bo gihîştina bi mafê biryardana çarenivîsa gelê me, civînê van biryaran wergirt:

Yekem: Ji ber ku ew pêşniyarên heta niha xistine rû ew mîsogeriyên pêwîst têda tûne ku cihê rizamendî û baweriya gelê me bê, ji bo wê yekê proseya referandûmê berdewam dibê.

Dûyem: Li heman demî de, bi navê desteberkirina mafê biryardana çarenivîsa gelê me, bi rûyekî binyadineraneya berpirsane ve berdewamî bi proseya guftûgo û diyalogê li gel hemû aliyên peywendîdarên civaka navdewletî tê dayîn.





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 186