Serok Barzanî tacegulîne li ser aramgeha Serok Mam Celal Danî


KRP.org | |
07/10/2017
Roja şemî 07.09.2017 li bajarê Silêmanî û li yekem roja pirseya Serok Mam Celal, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tacegulîne li ser aramgeha Serok Mam Celal danî.

Serok Barzanî, li ser aramgeha Mam Celal li daxuyaniyeke rojnamevanî da ragihand "ji destdana Serok Mam Celal xemekî girane û ziyanekî mezine, lê belê eve sunneta jiyane, ewê niha li ser me pêwîste, eveye birayetiya xwe kurtir bikîn û yekrêziya xwe biparêzîn, bi vê yekê ruhê Mam Celal şadtir dikîn.".

Di derbarê çareserkirina kêşeyên li gel Bexda Serok Barzanî got: "Ewê bi me bê kirin ji bo parastina yekrêziya mîlletê Kurd dikîn. Herdem em dixwazin bi guftûgo kêşeyên li gel Bexda çareser bikîn."

Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku "kes hindî min hest bi wê valahiyê nake, ku cenabê Mam Celal bi cîh hişt, ji ber ku gelek car wiha hebû ku bi yek telefonê me kêşeyan çareser dikir".





SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 139