Daxuyaniya Encûmena Bilinda Referandûmê


KRP.org | |
24/09/2017
Roja yekşem 24.09.2017 li Selaheddîn Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî civiya.

Li destpêka civînê de behsa pêşhatên dawî yên navçeyî û navdewletiyên di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê kirin û birêz Mesûd Barzanî behsa wê civînê û peywendiyan kir ku li çend rojên derbasbûyî de li gel aliyên navdewletiyan heye.

Paşê şanda Kurdistanê ku roja 23.09.2017 serdana Bexdayê kiribû, encama serdanê û guftûgoya li gel aliyên Iraqiyan xisterû û ronahî kir ku Bexda bi tu awayekî, niha û li paşarojê jî de, referandûmê qebul nake û bi tevahî dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn û destpêşxeriya birêz Serok Komarê Iraqê û hemû hewlên navdewletiyan jî red kir û amade nebûn di derbarê serxwebûna Kurdistanê çi guftûgoyek bikin.

Şandê eve jî xisterû ku bi aliyên siyasiyên Iraqiyan ragihandiye ku eve biryara gelê Kurdistane û referandûm di dema xwe ya diyarkirî da, li Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê, birêvediçe.

Paşê lîjneya amadekirina belgenameyên siyasî mîsogerkirina mafên pêkhatên neteweyî û oliyan, belgenameya xwe xisterû.

Her li vê civînê de tekez kirin ku Kurdistan li rola xwe ya bi bandor li çarçêweya hevpeymaniya navdewletiya dijî Da'îş berdewam dibe û hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê dijî terorê berdewam dibe.

Piştî şîrovekirina hemû pêşhat û helwestan, civînê de van biryaran dan:

Yekem: Roja dûşem 25.09.2017 referandûm li Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê birêve diçe.

Dûyem: Civînê de, belgenameya siyasî mîsogerkirina mafên pêkhatên neteweyî û oliyan pejirand û destxweşiyê li lîjneya amadekarê belgenameyê kir.

Sêyem: Piştî encamdana referandûmê, dergeha guftûgoyê li gel Iraqê vekirî dibe. Bi ajandayekî vekirî ve û ji bo çareserkirina kêşeyan û hemû babetên ji bo bûna bi dû cîranên baş.

Çarem: Encûmena Bilinda Referandûmê destxweşiyê li hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê kir ji bo biryara encamdana referandûmê û sûrbûna wan û yekrêzî û hev helwesta wan ya ji bo baştir birêveçûna referandûmê di dema xwe ya diyarkirî da û tekez jî kir ku bi yekrêzî li ser hemû astengan da zal dibin.



Encûmena Bilinda Referandûmê
24.09.2017




SOURCE:: KRP PAGE HIT:: 230